Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn qedexeya dersînorkirina biyaniyan û kesên bêwelat ji Rûsyayê heta 30ê Îlonê dirêj kir. Biryara peywendîdar li ser malpera Kremlînê hate weşandin.
Li gorî belgeyê, "heta 30-ê îlona 2021-an tevde, têkildarî hemwelatiyên biyanî û kesên bêwelatî yên li ser xaka Federasyona Rûsyayê ne," biryarên der barê bi darê zorê, dersînorkirin an veguheztina ji bo dewletek din li gorî peymanên vegerandinê nayên dayîn. Mooratorium ji bo wan biyaniyên ku ji zindanê derketine yan jî gefê li ewlekariya netewî ya Rûsyayê dixwin, derbas nabe.
Em bînin bîra xwe ku heyama berê ya van bêhnvedanê di 15ê Hezîranê de bi dawî bû.