Li Tacikistanê zêdeyî 1,2 milyon ton zebeş hatin berhevkirin. Sebzevanên komarê îsal li gorî heman heyama par 102 hezar ton zêdetir berhem bi dest xistin. Hat destnîşankirin ku bi tevahî qada ku zebeş lê hatine çandin 40142,9 hektar e. Di 5'ê Mijdarê de ji 40 hezar hektar çinîn hat berhevkirin.
Hat diyarkirin ku îsal 579,5 hezar ton pîvaz, 114,1 hezar ton gêzer, 40,7 hezar ton kelem berhev kirine. Komkirina kartol zêdeyî 691 hezar ton bû.
Roja din li Tacîkistanê, serokê wezareta çandiniyê ya komarê li gel şandeke Banka Cîhanî civiya û tê de mijara danîna stratejiyeke nû ji bo geşepêdana çandiniyê li vî welatî hate nirxandin.